Prof. Dr. Mehmet Ayhan Kuzu

Pisporê nexweşiya pind, tortorîk, roviya stûr û nişdarê kolorektal

Hê ez di zaîngeha Enqere li Zankoya Tibê Beşa Makzanîsta Cerahî ya Giştî de weke profesor dixebitim. Ez di cerahiya pergala hezimkirinê de bûme pispor, û bi teybatî ez di qada nexweşiya rovî û pind de dixebitim.

Perwerde

Min di navbera salên 1969-1980’î de perwerdehiya xwe seretayî, navîn û lîsê, di Koleja Enqerê li Komeleya Perwerdehiya Tirk (TED) de dawîkir.

Di navbera salên 1980-1986’an de min di Zanîngeha Enqere Zankoya Tibê de xwend û bi pîleyê herî bilind xwendina xwe dawî kir.

Xebat

Di sala 1986’an de min ezmûnan  bi yekemînî  derbaskir  û li Zanîngeha Enqerê Zankoya Tibê di Beşa Makzanîsta Giştî ya Cerahî de weke erkdarê lêkolînê  bi dest kar kir.

Di navbera salên 1991-1992’yan de ez li Ingilîstanê di Zanîngeha Leeds Zankoya Tibê di Beşa Makzanîsta Cerahî ya Giştî de weke pisporê cerahî yê giştî û weke asîstanê lêkolîner xebitîm.

Di pêvajoya ku ez li Zanîngeha Leeds’ê mam de ez li ser tedawiya pençeşêra mîde û roviyan xebitîm.  Di tedawiya penceşêra roviyan de ez hînî teknîka ameliyatên başbûn, şîfa û dirêjkirina saxmayîna newxweşan bûm. Bi taybetî ez li ser piştî ameliyatê ji bo nexweş bêyî ku roviyên wî bi kîsîk ve bê girêdan bikare di riya asayî  de destnimêja xwe bişkêne û derdora pind bêparastin  de li ser teknîka ameliyatên bi vî awahî xebitîm.  Herwiha min li ser perwerdehiya hewldanên Laparoskopîk a ku di roja îroyîn de bi awayek berfirek tê tercîhkirin û di hemû ameliyatan de bêyî ku herêma zik biqelêşe bi awayek girtî bê tedawîkirin de perwerdehî dît. Piştî van pewerdehiyan min ji Zanîngeha Leeds’ê “Sertîfîkaya Perwerdehiya Cerahî a Laparoskopîk” wergirt.

Min di sala 1993’yan de nasnava Pisporê Cerahî yê Giştî wergirt.

Ez di navbera salên 1994-1998’an de di  Nexweşxaneya Numûne û Perwerdehî û Lêkolînê ya  Enqerê di Klînîka Cerahiya Giştî de weke pispor xebitîm.

Ez di sala 1998’an de li Zankoya Tibê ya Zanîngeha Enqerê ji bo Klînîka Cerahiya Giştî weke pispor hatim erkdarkirin.

Ez di sala 1999’an de li Zanîngeha Enqerê de bûm Doçentê Cerahiya Giştî

Di sala 2001’ê de bi şabaşka zankovanî (burs) a ku Komeleya Penceşêra Roviyan (ASCRS) û Koleja Cerahî ya Amerîka dayî min di şeş klînîkên kolorektalên cerahî yê cuda de (Cleveland Clinic Foundation, Mayo Klinik, Minneapolis Üniversitesi, Lahey Klinik, Toronto Üniversitesi ve Memoroial Sloan Kettering Cancer Center)  heft mehan xebitîm.

Di sala 2005’an de ez di Zanîngeha Enqerê de bûm Profesorê Cerahî yê Giştî.

Weşan

Heta roja îro 77 jê di kovarên navneteweyî hatine weşandin bi giştî 152 gotarên min hene. Min nûnertiya welatê xwe gelek cara di gelek panel û  komcivînan de weke axêver û panelîst kiriye.

Projeyên Perwerdehiyê

Min 10 setên perwerdehiya dîtbarî yên ji bo cerahên di vê qadê de li hundirê welêt û li derveyî welêt dixebitin amade kir. Min di van projeyên perwerdehiyê de, bi akademîsyenên pispor ên binavûdeng ên ji welatên cuda bi hev re di qada cerahî de materyalên dîtbarî ên berfireh ên li ser penceşêra kolon û rektûmê teknîkên tedawiya îroyîn, li ser rêbazên robotîk û laparoskopîk, li ser mijarên rêbazên tedawî û pênaseya kolonokospîkê amade kir. Û di heman demê de min li ser mijara jiyana bi stoma (girêdana rovî bi kîsê re) ji bo nexweş û xwediyên nexweşan re seteke perwerdehî û dîtbarî amade kir.

Xelat

Di sala 1992’yan de du xebatên min, ên ji aliyê Zankoya Tiba Zanîngeha Enqere ve bi navê Projeyên Lêkolînî weke yekemîn hatin xelatkirin.

Di sala 1993’an de xebata min a bi sernavê di “Komcivîna Pêncemîn a Nexweşiya Kolon û Rektûmê” de a “Ji bo Kolîstîsa Ulseratîv di pouch-anal anastomozan de bandora kalîteya mukozektomîna jiyanê” layiqê xelata teblixa herî baş hat dîtin.

Di sala 1996’an de xebata min a bi sernavê “ Bandora reperfuzyona îskemiya întestînal a li ser dola  vaskulan” layiqî yekemîntîyê hat dîtin.

Min di sala 2000’î de Xelata Eczacibaşi ya Zêrandina Lêkolîna Zanîstî ya Tibê  bi mijar û lêkolîna “îskemî û reperfuzyona pulmoner bandorê li ser fonksiyonên vazomotora ku di pergala vaskulan de ye, dike” qezenc kir.

Di sala 2001’ê de min şabaşka (burs)  navneteweyî ya ku Komeleya Amerîkan a Ceraha Kolon û Rektûmê û Koleja Cerah a Amerîkan dayî qezenc kir.

Min di sala 2003’yan de Xelata Zanîstên Tendustrî a Zanîstê ji Zankoya Enqereyê wergirt.

Di salên 2010 û 2016’an de ez layiqê xelata Komeleya Amerîka a Kolon û Rektûmê ya “Vîdeoyên Herî Baş a Zanîstî” hatim dîtin.

Endamtî

Komeleya Cerahiya Tirk

Komeleya Tirk a Nexweşiyên Kolon û Rektûmê

Komeleya Tirk a Gastroenterolojiyê

Komeleya Nexweşiyên Înflamatuar ên Roviyan

Komeleya Kolejên Amerîka (American College of Surgeons)

Komeleya Cerahiya Kolorektal a Amerîka (American Society of Colon and Rectal Surgeons)

Komeleya Cerahiya Kolorektal a Ewropa (European Society of Coloproctology)

Akademiya Robotîk a Cerahiya Kolorektal a Ewropa (EARCRS)

Sertifîkayên Serwextbûnê

Sertifîkaya Laparoskopî

Sertifîkaya Kolonoskopî

Sertifîkaya (ECFMG) ku mafê dikare li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bijîşkiyê bike

Belgeya Serwextbûna Cerahiya Kolorektal a Ewropa

Proje-plansazî

Min 10 setên perwerdehiya dîtbarî yên ji bo cerahên di vê qadê de di hundirê welêt û derveyî welêt dixebitin amade kir. Min di projeyên vê perwerdehiyê de, bi akademîsyenên pispor ên binavûdeng ên ji welatên cuda bi hev re di qada cerahî de materyalên dîtbarî ên berfireh ên li ser penceşêra kolon û rektûmê teknîkên tedawiya îroyîn, li ser rêbazên robotîk û laparoskopîk, li ser mijarên rêbazên tedawî û pênaseya kolonokospîkê amade kir.

Min di projeya perwerdehiyê ya yekemîn de ya bi sernavê “Total Mezorektal Eksîzyon – Parastina Damar a otonom a Cerahiya Penceşêra Rektûm” de bi mebesta hînkirina nêzîkatiyên rojevî, bikaranîna materyalên dîtbarî ji bo tedawiya cerahiya penceşêra roviyan seteke perwerdehiyê ji bo cerahên welatê me amade kir.

Min di projeya xwe ya duyemîn de bi gelek mirovên zanîstê ên navneteweyî  Seta Penceşêra Rektûmê a  Perwerdehiyê ya bi sernavê “Comprehensive Step by Step Rectal Cancer Surgery” ku ji sê DVD’yan pêk tê bi şirîkî amade kir.

Min di  projeya xwe ya sêyemîn de “Atlasa Kolonoskopî” ya ku ji bo hundirê roviyan bê nirxandin û dide zanîn ku penceşêra roviyan nexweşiyeke ku mirov dikare pêşiyê lê bigire, ya perwerdehiya kolonoskopiyê vedibêje meteryalên perwerdehî û dîtbarî bi senavê “Atlasa Kolonoskopî”  amade kir.

Di projeya çaremîn de min ji bo “di dema tedawiya curbecur a nexweşiyan de ji bo xizmên nexweşên ku roviyên wan bi kîsikê dîwarê zikê wan ve tê girêdan perwerde bibin materyala bi sernavê “Bi Kîsikê Stoma re Jiyan” amade kir.

Min di dorfirehiya projeya xwe ya pêncemîn de bi sernavê “Robotic Single Docking Total Mesorectal Excision” li ber ronahiya geşedanên rojevî de, bi mebesta di ameliyata roviyan de bikaranîna teknîka cerahiya robotîk bi Dr. Amjad Parvaîz re seteke perwerdehiyê amade kir.

Herî dawî jî  min bi gelek mirovên zanîstê ên ji welatên cuda  bi hev re materyaleke perwerdehiyê ya ji bo geşedanên rojevî ên di tedawiya penceşêra roviyan de  bi sernavê “Comprehensive Step by Step Optimised Colon Cancer Treatment” amade kir.